الإثنين, مارس 9, 2026
DAR SINJAR (N.G.O)
No Result
View All Result
  • EM KÎNE
  • PERTÛK
  • PROJE
  • HEVPEYÎVîN
  • DÎROK
  • ÇALAKÎ
  • JIN
  • BLAVOK
  • GOTAR
  • SEREKE
  • EM KÎNE
  • PERTÛK
  • PROJE
  • HEVPEYÎVîN
  • DÎROK
  • ÇALAKÎ
  • JIN
  • BLAVOK
  • GOTAR
  • SEREKE
No Result
View All Result
DAR SINJAR (N.G.O)
No Result
View All Result
Home JIN

      PÊWISTIYA ZANISTA JIYANÊ Û PÊYWENDIYA JIN Û JIYANÊ

      PÊWISTIYA ZANISTA JIYANÊ Û PÊYWENDIYA JIN Û JIYANÊ

ZÊDETIR

No Content Available

Hewldana watedarkirina jiyanê û jiyanekê manedar bûye çavkaniya lêgerînên hemû zanistan. Dîrokekî hezaran salan ya lêgerîna mîrovahiyê ya watedarkirina jiyanê heye. Şopên gelek çand û remzên ku îro jiyanên me bi rêvedibe, manedar dike û dihêle ku manewiyat avabibe, heta hezaran salan diçe. Mîtolojî, çîrok, remz di jiyanê de diyarkerin. Ew ji hafize û daneheva bi hezaran salan bandor dibe. Zanista ku navenda vê Ewropaye, di bin navê nêzîkatiya ilmî de, hemû cûre watedarkirinên civakê tine hesibandiye, derveyî aqlê nirxandiye. Ew nêzîkatî hiştiye ku di lêgerînên wateyê de pirsa ‘’çima’’ cihê xwe bihêle pirsa ‘’çawa’’. Mirovê ku ji hebûna xwe û cîhanê re wate bar dike, di navbera xwe û gerdûnê de peywendî çêdike. Yê ku nikaribe vê bike re, hebûna xwe jî tê de her tişt bê wate tê.

Ger em di idiaya zanistekî civakî ku ji hemû pirsgirêkên civakî re bibe bersiv û watedarkirinên civakê re mane bidê de bin, pêwiste nêzikatiya me yê zanistê de bersiva pirsa çima ku hemû lêgerînên watedarkirinê careke din zindî bike were esas girtin. Weke ku gelek zanyar balê kişandine; girêdana wate û azadiyê em ji nû ve binirxînin. Bê watêbûnê qebûl nekirin, bi hişmendiya ku cihê bê watebûn heye li vê derê koletî heye; pêwiste em ji nû ve bi eşq bikevin pey heqîqetê. Di vê mijarê de em şopên lêgerînên watedarkirina mirovahiyê, ji dîrokên herî kevnar heta roja me yê îro bibînin.

Mirovahî watedarkirinên xwe yê destpêke li derdora xwezayê de pêşxistiye. Hebûna ku weke biyolojîk û civakî jî herî zêde nêzî xwezayê ye jine. Taybetmendî û wateyên ku di rastiya jinê ya biyolojîk û civakî de derdikevin pêş, di remzên dîrokê û çanda xwedawendiyê de teyisandina xwe dibîne. Xwe nû kirin, zayîn hin ji wan taybetmendiyane. Taybetmendiyên weke parvekirin, dad, aştî, hîskirin ku civakîbûnê ava dike, dibe bingeha ehlaq û polîtîkayê. Ew yek hiştiyê ku jin di civakên destpêke de bibe wateyekê hevgirtî û esasî.

Çawa ku jiyan, di çavkaniya afirandina jiyanê, di malzaroka jinê de xwe digire, watedarkirinên destpêkê jî, di wan aliyan de xwe dibîne. Jin, di serdemên destpêkê de yek bû, hemû hêzên jiyan, mirin û ji nû ve zayînê bi laşê xwe manedar dikir. Hemû civak di derdora vê de kom bibû, giredayî îrade, hêz û efsûna wê bûn.

Remzên zêdebûn, pir cûrebûn û nûbûnê ya xwezayê, dîsa bi jinê re hatiye hemwate kirin. Di xwezayê de gelek tiştên ku ji çerxa jiyanê dest nîşan dikir, heman demê de bûne remz û navên jinê. Ango jiyan di destê jin de tê afirandin û ew yek ji propagandayekê zêdetir, koka civakîbûnê ye.

Îro jî, gelek tiştên ku weke çavkaniya şîfagerî, başî, sincî bi peywendiya jin û jiyanê tê îfade kirin. Nasnameya ku weke xwedawendî hatiye pênasekirin, ew rastî ne. Ango em dikarin bêjin, wateya destpêkê jine, mê ye. Lêgerîna ketina ferqa gerdûn, xweza û jiyanê jî li derdora vê rastiyê de hatiye şîrovekirin. Navê vê zaniste. Zanist bi destê jinê, li derdora civakîbûnê de, ji jiyanê avabûye. Nexwe zanista navend Ewropa çima îro xwe ji vê rastiya pîştrastkirî ewqasî dûr dixîne.

Ew rastî li derveyî zilamsalarî û çewisandina kapîtalîzmê nikare were şîrovekirin. Kapîtalîzm zanistê çors kiriye, ji wateya jiyanê dûr xistiye. Çalakîbûna civakê rastî tinebûna maneyê hatiye. Şûna vê desthilatdariya kapîtalîzmê û mêr dewletê ku bê sînor xwe dispêre desthilatdariya şexs bi cîh bûye.

Îxaneta herî mezin ya jiyanê, bê manebûna jiyanê ya herî mezin li derdora jinê hatiye avakirin. Navenda pîrozbûnan jin ziviriye amûra zarokanînê, xûlamê malê, amûra xemilandin û cinseltiyê, bûye amûrê desthilatdariya zilam, ew teyisandinên bê watebûna jiyanê ya di şexsê jinê de ne. Feylesofên serdemê dema bandorên desthilatdariyê û faşîzmê ya li ser civakan nirxandine, ew rastiya şewitîner ku weke bingeha hemû pirsgirêkane nedîtine. Di navbera jinên ku nêçarî jiyana di bin çanda tecawizê hatine kirin û nêzikatiyên faşîstan ya dijî civakê de çi ferq heye? Her dû feraset jî, çanda tecawizê jî faşizm jî bi heman rêbaz û gotinan tevdigere. Cihê ku jin tê de hatiye mehkûmkirin, ronîkirin û azadkirin deriye jiyanekê watedar jî veke.

Ji nû ve avakirina zanista jiyanê, pêwiste felsefe careke din di nava xwe bihewîne. Encax bi vî şeklî dikare xwe bigihîne wateyê. Ferasetekê zanistê ku, zanîna qedîm ya civakî careke din binirx bike pêwiste. Ji ber ku zanistekê civakî dema rêbazên xwe yê zanistî bi rêbazên watedarkirina civakê re bike yek, dikare bi tendûrist jî bimeşe.

dar-sinjar

dar-sinjar

  • EM KÎNE
  • PERTÛK
  • PROJE
  • HEVPEYÎVîN
  • DÎROK
  • ÇALAKÎ
  • JIN
  • BLAVOK
  • GOTAR
  • SEREKE

HEMÛ MAF PARASTÎNE

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • EM KÎNE
  • PERTÛK
  • PROJE
  • HEVPEYÎVîN
  • DÎROK
  • ÇALAKÎ
  • JIN
  • BLAVOK
  • GOTAR
  • SEREKE

HEMÛ MAF PARASTÎNE