- Keleha tirsê û siwarên roj
Selîm Biçûk
Ev şev,
beravêtina xewnê ye,
me bi bîranînan tije agir dike
dişewitîne asoyên me
deydîkên zarokatiyê bi sêdaran mişt dike
li dilê manê,
gerdûna asmanekî avis e
çûnê bi rê dike,
nûhatinê dipê… Û Ez ji min dizîm
Li kenarê xilmaşiyek sersem,
xuşîna çêm, me bi bişirîna xewnê radizand
Payîzokek mişexte,
bi ahenga Seremergê,
ava çêm miçiqand,
şev talan kir,
… ez bêdeng cefilîm,
li dengê Terqînê siwar bûm
bi bîna şevê…
ev sersemî…
ew bêrî…
seranser…
Hezarcar hatim silavgeha perestgeha te
Hezarcar hatim cihê civanê
Hezarcar bûm perçe û parî
… min xwe nedît
Mişextiya xwe li kolanên tenahiyê diçêrînim
Bi heyranokan payîzokên te radizînim
Perçe û pariyên xwe dikim seyrangeh,
li pêşwaziya hevdîtinê radixim
Li ber derî, li qerexê çêm, li kenarê mirina yekalî
ji bo maça dawî, dibim bişirîna bişkuvîna sorgulan
Ev zarîn,
xweristiya hejîna bejna te ye
bi bêrîkirina bîranîna lêvan,
ber bi perestgeha dilê tarî,
bêhejmar çûna min ber oxir dibe
hatina min wêran dibe
Dîsa dimînim,
li xwe digerim,
te nabînim…
Seremerg 74
Sirûda mirinê me ez, Seremerg im
Roj hilat û ez jê re serçok bûm
Ji wê demê ve taristanê ez dam ber sînga xwe
Û mirin li pey mirinê min dikuje û her vedijîm
Ji nav xweliya mirinê dibûm zîl ber bi rojê hildikişiyam
Hola min li banê gerdûnê geriya
Mirin li pey mirinê bi ser min de weriya
„Xwedayê mezin her padşa ye, hezar û yek nav li xwe danaye, navê mezin her xweda ye“ û
Bi hezar û yek navî digerîne mirina min
1
Li vir bûm, min bi tenê mijûliya xwedê dikir
Parêzvanê rojê bûm
Bi agir re lavijên min liba dibûn
2
Hezar û çarsed xencerên te di pişta min de çikiyan
Dîsa rabûm, roj û agirê xwe min gur kirin
3
Șûna 73 guleyên te li dil şax didin
Guleya 74 …?
Em biran e!!!
4
Ev çiya çi req û ziwa ye!
Nalîna min, tiliya min bimije
Ҫend dilop xwîn ji ber tofanê mane
Ҫavên xwe bigire bila çiya dengê me neke!
5
Bavoooo min bikuje!
Dayê min bikuje!
Naaaaaaa ….!
Li min biborînin wa diçim zikê çiyê ….
6
Keça min hun sisê ne û dilopek av maye …
Kê ji we bikujim û kê …?
7
Û ev çiya çîrokên wî dawî lê nayê ..
Em biran e ……!
Bazar e,
werin jin bi 500 î …
Serî bi şûrekî …
8
Xwedayekî serhîz li goşeyekê jê çiyê
Seriyan dihejmêre …
Tîqtîqa kenê wî: waxxxxxxxxxx, hewqas serî bo min û bi navê min?!
9
Lêxin …!
Bila serî li ser gewde nemîne
Herbijî ….
Hun qehreman in qehreman!
10
Destana qehremaniyê hîn pê ve diçe …
Serê bavê xwe di beroşa dêwekî de dikelîne
Û sirûdên serkeftinê dinehwirîne!
Șabaş!
Șabaş!
11
Ji çiyê heta bi deşta xwînê,
perî û firîşterêzbûn
sêncek ji bedenên ciwan Șingalê radestî pêla xwedê dikin
Ew jî biran e!
Birayek min diavêje agirê dojehê
Yek bedena xwe dide ber agir
Li ser pêla xwîna xwe min diavêje Rojavayê dil
Șingal û çîroka birayan rûreşiya vê xakê ne
Șingal û çîroka birayan Mîrê Kore û Mirzayê Zaza ne
Șingal û çîroka birayan şerê şevê û rojê ne
Șingal dê bimîne xalek reş li eniya dîrokek bi xinizî û lehengiyê lihevalandî
Eger Șingal nemîne rûreşî tê bincilkirin
Șingal dîdevana rûreşîyê ye
Û her dimîne …
12
1400 sal e xencera te di pişta min de tê badan
Ew xencer bi xwe bû pişta bavê te hêrifand
Dê û xwîşka te hetikand
Ew xencer bû te ji pişta bavê xwe kişand, di pişta min de çikand
De babide bira, tu jî wek min zarokê fermanê yî!
De babide bira babide!
13
Parêzvanê min kujer bû
Êrîşkarê min kujer bû
Tenê mirinê û çiyayekî req û ziwa dilên xwe ji min re vekirin
De min bikuje biraaa, piştî mirinê jî min bikuje
Ez rûreşiya te me …
Bi jiyana xwe te rûreş dikim
Bi mirina xwe te rûreş dikim
Șingal nikare bi gotinan bê hûnan
Birînek vekirî li ser asoyên xwedê
Wêne birûska êşê vedidin
Xwedê ji banê jor tînin tobê
Periyek per jikestî li dilopek av digere
Kevirekî sert diguvêşe ser şewatê
Ҫavek jê min Șingal e, yek Kobanî ye
Yek jê „birayên min“ bi xencereke biyanî teqandin, yê din sûrên Sînê li pêş xenceran
Ez hîn dibînim, çavek jî dikare ronahiyê bibîne
Li navbera çav û çav birîneke li ser asoyan vekirî
Hin li çep digirîn, hin li rast
Ez di nîvê eniyê de, li navbera herdu çavan çaviyeke xwînê, çep û rastê xwe dinehwirînim
„Xerîboooo şevên payîzê dirêj in“! Ne ji vir im ne ji wir im
Ҫep jî dişewitîne, rast jî
Lê hun …!
Zimanê tirsê
Xwe li şeva me nepêҫe, em û stêrk li guşên guliyên te dilukumin …
û ҫîrok ber bi asoyê ve şêt dibin …
Zimanê tirsê ye me û şevê di hev de diqumiçîne
Em zarokên tirsê ne, çîrok me dikin tirs
Em tirsa xwe bi tiresê dilorînin
Çîrokên tirsê xewnên me dihejînin
Em ji tirsê ditirsin,
kelehên tirsê bi çîrokên fermanan ava dikin,
tirsê tê de, wek şahanşah bicih dikin û gerdûnê bi tirsê dixemilînin.
Em zarokên tirsê ne,
bi tirsê re şîr dimijin, pê re dilîzin û rêwîtiya bêdawî di rê û rêbarên tirsê re diajon.
Neh mehan di çîgerê dayîka xwe de,
bi nehwirandin û lorîkên ferman, kuştin û revandinê,
amadeyî hatina jiyanê dibim.
Em tên û çavên xwe li ser tirsa dayîka xwe vedikin.
Bi mijandina şîrê wê re, dêwên heftserî me daqulpînin,
lorandin û nehwirandina; sirûdên tirsê, çîrokên fermanan, serpêhatiyên xwînê, rêwîtiya miriyan û lavlava pêşwazîkirina çarenûsa reş, deryayek bêser û bin ji êş û azaran rêz dikin.
Hêstirên tirs û êşê tevî şîr dibinn, agir li hinavê zarokekî nûhatî û şîrmij gur dikin. Serpêhatiyên qedera reş rêz dikin; Besê xwe ji serê zinarekî avêt da ku nekeve nav destên wan, Xezala çavreş û gulîdirêj birin, kes nizane çi pê hat.
Binefşa ducanî, piştî bi dehan beziyan ser, zikê wê çirandin û serê zaroka di zikê wê de jêkirin ……
Bi zimanê me diaxivîn, erê bi zimanê me, gelek ji wan cîranên me bûn, me nan û xwê bi hev re xwaribû ….
Di xewnên xwe de, bi dêwên heftserî re em şer dikin, em dibin xwarina koremaran, dibin êrîşa hirç û gurên çiyan, keftarên bi awayê microvan.
diyên me revandin û em sêwî hiştin, serê birayê mezin jêkirin, bav kuştin, xwîşk revandin, bi tirsê re, giyanê me hemî dibe tirs. Tirs dibe lehî û bager û em ji zinarekî avêtin zinarekî din. Dema em şiyar dibin, em xwe diavêjin hembêza diya xwe, em nizanin ne em xwe diparêzin, ne wê.
Em ditirsin ku wê birevînin û me sêwî bihêlin, yan jî me birevînin û agir li dilê wê gur bikin.
Ez mezin bûm û ber bi pêlên vê tirsa malwêran ketim.
Di mejiyê me de ferman dibûn keleh, kuştin dibû keleh,
revandin dibû keleh û jiyan hemî dibû fermana tirsê.
Ji xwe ditirsin, ji hevalên xwe ditirsin, ji cîranên xwe ditirsin û ji tirsê ditirsin.
Em hêzê didin xwe da ku bi xwe bidin pejirandin ku ev hemî çîrok in,
ne ferman hebûn, ne jî çêbûne.
Ma çawa birayê mirov bikaribe bavê mirov bikuje?
Ma çawa xwîna mirov diya mirov birevîne?
Me bi hezaran xalepirs danîn ser kiriyarên Bedilîsî, Bedirxan, Mirê Kore … û yên din?
Me bi xwe da bawerkirin ku kurd nikare kurdekî bikuje, wî talan bike û jina wî birevîne!
Me bi xwe da bawerkirin ku kurd wê ticaran nehêle ferman çêbibin!
Me bawer kir ku Kurdistaneke bêferman wê ava bibe!
Lê Șengalê serê me li dîwarê rastiya mirinê da.
Șengalê teqez kir ku hîn neviyên Bedlîsî, Bedirxan û Mîrê Kore li jiyanê ne.
Em jî tirsa xwe wek tûrikê kurmên Eyûb bi milê xwe ve dikim,
ber bi dinyayê ve bi tirsê re pêl didim.
Em û tirs dibin hevrêyên jiyaneke tarî û çarenûseke nenas.
Hun bêdeng bimînin biranoo, me û tirsa min necefilînin!
Tirs nasnameya me ye, bi tirsê hatine jiyanê, bi tirsê jî diçin!
Me bikujin, lê rêzê li êş û tirsa me bigirin!
Lê bizanibin em ê wek herdem ji nû ve zîl bidin
Em xak in, em havênê xakê ne.
Em hezar carî jî bimirin, em dîsa ji nû ve jîn dibin.
Ez bilûr im
Ez dengê êşê me gur dibim li gerdûna bermayên xwe
Dil bi kêrekê hatiye birîn, kezeb bi xencerekê, gurҫik bi şûrekî û giyan bi diranên segên har
Bi xwe ji şewata birîna xwe re dinehwirînim
Ne heval, ne dost, ne bira
Ez sêwî me, sêwiyê qederê
Ez nizanim min li ku dest bi nalînê kir û wê li ku dawî bibe
Li Gola Xelîl bûm masî û ferfitîm, ji Serhedê ber bi Qoqasê herikîm, li Botanê ben li stoyê min li gaziya diya xwe şemitîm, li Lalişê li jêrzemîna êtonê peritîm, Li Şengalê dubare û sedbare ez şewitîm
Her xalek ji gewdeyê min kêra birayekî min, ne kêr kuhbûn, ne ez şîrmijê êşê silbûm
Ez bilûr im, ji fermanekê heta fermanek din dinehwirînim
Ez û kêr û xencer û şûr ji yek darê hatine birîn
Dara êşê, dara xwekujiyê
Dara Habîl û Qabîl
Ez bilûr im, nalîna min zeviyên xwedê dişewitîne
Û êşa min birayên xwekuj, birayên bavkuj, birayên dêkuj bi semayê sersem dike
Carekê dibim kurhiliyê birayê xwe
Carekê dibim xalê birayê xwe
Carekê dibin xezûrê birayê xwe
Mîrate me, min par dikin
Û gewdeyê min bi darekê ve alandî, serî li kêlekê, dinehwirînimmmm
Hoyyyyy bira bêpal û pişt im bira
Ez bilûr im, ji kokek resen, riziyayî, kurmî
Koka min xwe dixwe
Kurmê penceşêrê ye ev kok
Zarîna dengê min xwedê jî diherişîne, bêkêr dike
Bila xwedê û afrînerênxwehemîbikevintemaramirinê
Girî û kûrîna min hîn bilindtir dibe
Bi şewata êşa xwe ez ê agir berdim gerdûnê
Bila ev koka kurmî, koka şermê jî bişewite
Ne bilûr dimîne, ne kêr dimîne, ne xencer û şûr dimîne
Ez bilûr im
Ji kokeke resen, dimînim dengekî reben
Bilûra şermê me, rûreşiya qederê me
Dengê ferman û talanê me
Dengê mirinê me
Ez bilûr im, bilûrrrrr
Nalîna min zûrîna keçeke li bazarê li hêviya nameredekî
Bazara kirîna laş, bazara kirîna rûmetê
Li derdora min kewtkewta segên har bilind dibe
Serxweş û mest in
Gerdûn garan e
Û hin kewbirayên min; bi qebqebzirîn: Lêxin ew ne kurd e, ne misilman e
Ew ne ji me ye, jiyan û rûmeta wê xweş talan e
Carekê bi nave xwedê têm kuştin, yekê bi nave netewê
Çi bi we hatiye? Hun li nav xwîna min li xwedayê xwe digerin?
Hun li nav êşa min li xwe û hebûna xwe digerin?
Ma kengî xweda û xwîna min û xwebûna we bûne hevjîn?
