Êzidî li kî ne؟
Êzidî dînîekî kevnar in ku dîroka wan bi hezaran salan ye . Ew xwedî bawerî û çanda taybet in. Li Sûriyê jî Êzidî ji dîrokeke kevn ve dijîn، bi taybetî li bakur، rojhilat û bakurrojhilata welêt، û her tim beşek bingehîne ji civaka Sûriya yê .
Rewş berî şerê Sûriya yê
Berî sala 2011-an، Êzidî li Sûriyê jiyanek civakî ya asayî hebû her çiqas ku bê par bûn ji mafê xwe yê sîyasî di nava dewletê de lê wek eva ku neha li Sûriyayê diqewime nebû . bi awayek rêkûpêk bi civaka xwe re dijiyan neh ava ku diqewime hebûna kesên terwrist di nava hikûmetê de xwedî mejyekî Îslamî metrsî ne li ser civaka me ya Êzîdî .
Bandora şerê Sûriyê li ser Êzidiyan
Bi destpêkirina şerê li Sûriyê، gelek kesên sivîl، di nav de Êzidî، bi şertên dijwar re rûbirû man ؛ wek koçberî، wêranbûna xanî û têkçûna jiyana civakî. Lê rewşa Êzidiyan taybet bû، ji ber ku tayîbet mendiya wan ya olî her tim di nava rewşeke ne ya aram de jiyan dikin û hina berdewame bi taybet biştî ku şam ketî destê wan kesên tundrew de .
Xetereya komên tundrew û cîhadî
Di hin deman de، komên tundrew û cîhadî li hin herêmên bakur û rojhilata Sûriyê serdest bûn. Hin ji van koman helwestên dijî kêmayîyên dînî، bi taybetî Êzidiyan، nîşan dan:
Zor kirina hin malbatan ku gund û erdên xwe bihêlin.
Ferzkirina dayîna pere bi navê “parastinê”.
Sînorkirina hereket û şertên li ser bawerî û pratîkên dînî.
Bandora hêzên çekdar ên bi Tirkiyê re girêdayî
Li hin herêman ku di bin desthilatdariya hêzên çekdar ên bi Tirkiyê re girêdayî ، raporên mafên mirovan amade kirî hinek kiryarên dijî mafên microvan ku li ser sivîlan، bi taybetî kêmayîyên dînî، çêbûne:
Koçberîya zorî ya hin gundên Êzidî.
Guherîna demografîk.
Zext û şertên li ser nasnameya çandî û dînî.
Ev kiryar hîn jî di bin lêkolîn û nirxandina rêxistinên mafên mirovan de ne.
Astengên din
Li gorî şertên ewlehiyê، Êzidî li Sûriyê jî bi gelek astengên din re rûbirû ne:
Temsîla siyasî: Tune bûna temsîla fermî ya wan li saziyên dewletî.
Nasnameya qanûnî: Kêmasî di naskirina mafên dînî û çandî de.
Parastin: Kêmasî di parastina wan ji cudakirin û sitemê de.
Bersiva navneteweyî û herêmî
Rêxistinên mafên mirovan û saziyên civaka sivîl bang kirine ku mafên hemû kêmayîyan، di nav de Êzidî، li Sûriyê were parastin، ku di nav wan de:
Azadiya bawerî û pratîkên dînî.
Beşdarbûna wan di biryardanê de.
Parastina mal û cihên pîroz ên wan.
Ev bang diyar dike ku aşitiya domdar li Sûriyê bêyî adalet û mafên hemû mînakên civakê nikare were pêk anîn.
Encam
Êzidî li Sûriyê، wekî gelek kêmayîyên din، di encama şer û têkçûnê de bi şertên giran re rûbirû bûne.
Her çend ev kiryar li her herêmê bi heman awayî tune bûn، lê raporên derbarê koçberî، zextên çandî û sînorkirina azadiya bawerî nîşan didin ku pêwîst e mafên wan bi awayek rast û fermî were parastin.
